Em Azadiyê Çawa Pênase Dikin

Em Azadiyê Çawa Pênase Dikin

Armanc Sarya

Azadî têgîhîneke, her kesek li gorî xwe terîfa wê dike ye. Hin kes giredanbuyîna wê bi baweriyê re çêdike, hin kes bi maddiyatê re yanî pera re çedike, hîn kes jî bi birdozîye re şîrove dike, hîn kes jî takekesî şîrove dike, ji bo hinek kesan jî cîhe ku dixwaze biçe , tişta ku dixwaze bike an jî porê xwe kîjan modela dixwaze wisa jêbike, cilê ku dixwaze li xwe bike ye. Ji bo henekan jî dewlemend buyin, vîllayên mezin de jiyan kirine. Ji bo hin kesan jî evîndar buyina kesê ku dixwaze ye. Henek mirov jî azadiyê cuda şîrove dikin. Wateyên mezintir azadiyê bar dikin. Di oxira wê de şer dikin, tekoşîn dikin.
Cîhana me ye îro de nîqaş û guftogoyên wê didomin. Ji bo azadiyê feraset û pênaseyeke paradîgmaya modernîst jî heye. Fertperestî, jiyaneke xwe dispêre maddîyatê, her kesekî tişta ku dixwaze pêk bîne, bi felsefeya kêliye jiyan kirinê paradîgmaya modernîst mirova re van weke azadi empoze dike. Di wê çarçoveye de Amerîka dibe welatê di xewin û xeyalan de. Welatên rojava, aliye şîrketên mezin ve anketên ku tên çekirin de di televîzyonan de weke cihên herî azad tên îlan kirin.
Li gor feraseta modernîst civakên Rojhilata navîn her tim ji azadiyê bê par mane tên şîrove kirin. Mirovên Rojhilat navîn her tim weke paş ketî û cahil tên dest girtin, azadî çîye nizanin û tu car tam nekirine, di tarîtiya serdema navinde mane tên pênase kirin. Gelek nirxên cewherî a wê erdnîgariyê weke paşketî, derveyî serdeme maye tê pênase kirin. Li gorî wê ferasetê herkes li gorî tarzê heyî a civakên Rojavayî jiyan bike dikare azad be. Yanî cîhana me ye roja îro de feraseteke azadiyê a civakên Rojavayî digre nav xwe heye. Mirov dikare bêje ku feraseteke azadiyê a şiklî û marjînalbuyî ye. Bi taybet ji bo feraseteke jiyanê a maddî mirov her tim ji bo vê yeke di nava pêjbirkekî de bin tê empoze kirin, bingehê wê ferasetê jî ferdperestiye. Kapîtalîzma ku ferdperestî gîhand lûtkeyê ji mirovan re dibeje ku ; dev jî maneviyatê, jiyaneke birumet, dostaniyê, aşîtiye, îradeyê, tekoşîne berdin u rehetiya xwe mêze bikin, tênê xwe bifikirin û dervayî we kesekî cuda di xema we de nîn be.
Li gorî wê ferasete ev terz jiyan kirin azadî bi xwe ye. Ger em vê weke pîvan bigrin dest herkes azade. Ji ber ku mirovên di roja me îro de jiyan dikin di nava kaoseke bî vî rengî de ne. Sedemê van pirsgirêkan hemu jî ev hişmendiye. Wê wextê pêwîste ev hîşmendîya bi qeyran weke azadî neyê pênase kirin. Jixwe a ku kapîtalîzm jî dixwaze ne ev e, xwe weke serdema azadiyê pênase bike ?
Kapîtalîzm bi taybet jî dixwaze di civakên Rojhilata navîn de wê ferasete pêş bixine. Ji ber ku her çiqasî di civakên Rojhilata navîn de gelek mijaran de şaştî û nîrxe xwe yên cewherî dûrbuyin hebe jî , hîn jî civak buyîna xwe wînda nekirine ew hîn jî li van axan de bi hêze. Kapîtalîzma ku civakbuyine nefret dike , tişta ku herî zede dixwaze mirovên wê erdnîgariyê re empoze bike yek jî wan fikra azadiyê a şiklî û ferdperestiye. Rêbertîya me wê feraseta azadiyê di paraznameyê xwe de weke feraseta negatîf a azadiyê pênase kir. Di bêje ku; Ji bo civakek , mirovek azad be azadiya civakê a ku nebe nabe ye. Yanî ji bo azad buyîne li hember derketina pergalê , pêwîste fikirandin, ketina tevgerê û bi hevdu re tekoşîn kirinê re serbikeve.
Sedema nîvîsandina wê nîvîsê jî ji ber ku di civaka Îranê de ji aliye hinek kesan ve ev terzê jiyana modernîst weke azadî tê dest girtin. Azadî şiklî girtina dest, terzê jiyan kirina a mirovan an jî cilên çawa dixwazin xwe bikin, çuyina wan a cihekî weke pîvanê azadiyê tê dest girtin. Erê Îran dewleteke heta dawiye bi zext , olperest û baviksalare ev xisûsên ku neyên zanîn nîne. Pêwîste ev pergal were red kirin. Lê pêwîste neyê bîr kirin ku ev pergal jî yek jî diranê pergala gîştiyê û pergala gîştî bi xwe jî pirsgirêke ke . Dema ku pergala Îranê tê red kirin li şuna wê rûyê modernîzme a din were rûnişkandin wê bi xwe re azadî na , hîn behtîr pirsgirêkan bîne . Ji ber ku paradîgmaya modernîst a heyî bi nexweşî û şaş e.
Ji ber wê jî pêwîste azadî rast were dest girtin û nexweşiya modernîzme dûr were nîrxandin. Ji nirxên xwe yên cewherî dûr ketin, cîvakî ne buyîn, manevî nebuyîn ,exlaqî ne buyîn , heskirin û rêz di nava xwe de ne hewandin ev dibin azadiyeke şiklî û nabin feraseta rast a azadiye. Ji bona wê jî di serî de em çi dixwazin wê rast pênase bikin û tekoşîna xwe jî pêwîste li ser rotayekî rast bidin rûnişkandin.

بابەتی پەیوەندیدار