Li Başûr’ê Kurdistanê Barageh’ên Dagirkeriya Tirk

Li Başûr’ê Kurdistanê Barageh’ên Dagirkeriya Tirk

Çalak ciwanro

Taybetmendî û giringiye Berxwedanê hene, dijminên xwe yen sereke jî, dostên xwe yen asil jî, dostên demkî jî zelal dike.  Têne ev na ne, hinek tiştên nû, an ji mijarên ku hatin ji bir kirin an ji zêde giring nayê dayin bi hemû giringiye xwe û wateya xwe derdikeve holê. Dibe mijarekî sereke ku mirov nikare xwe jê xelasbike an jî ji neditî ve vare.

Demekê, mijarê hebûna leşkergehên dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê wek ku ji rojeve derketibû. An jî mijarekeka ku beşekî ciwakê pir hindik pêra mijûl dibû.

Erişên dagirkeriya Tirk a qirker, li ser Rojava şûnda gellek kes ji xewn-xeyalên xweyî pûç rabûn. Erişên li ser esasê qirkerî ku te pêşxistin wek şekamekî hişk li rûyê me ket. Rastiya dagirkeriya tirk,dijmintiya gelê Kurd û Kurdistanê çikas kur û dirokiye ji mile herkesî ve hat ditin. Dibejin yek mûsîbet ji hezar nesihatî baştir e. Mûsîbeta Tirkan ew rista lîst.

Gelê Başûr mohra xwe li pevajo xist. Taybet boykot kirina kelupelên dagirkeriya Tirk derketinekî girîng bû. Ew helwest bi tenê li Başûr bi sinor nema li Kurdistanê giştî kêm zede belav bû. Li ser aboriya dagirkeriya Tirk wê çi tesir çêbike, ji vê pirsê zedetir, ya giring ewe helwesteki  velatparezî  nişandan e. Dibêjin ku hacmê ticareta navbera devleta dagirker ya Tirk û reveberiya herêma Kurdistanê 17 milyar dolar e.  Jixwe dema ku mirov li levhayê bajaran dinêre, wê demê ew rastî baş te fehm kirin. Ji berkû piranî reklamên kelûpelen Tirkan dikin.

Ev boykotkirina kelûplen tirkan wê bihêlê ku Başûrê Kurdistanê  ji   dagirkeriya  aborî ya  Tirkan rizgar  bibe.

Helwesta ku rêzefilmê Tirkan boykot kirin ji pêşdikeve. Ew ji dibe redkirina dagirkirina çanda Tirkan.

Ji milê gelek siyasetmedar û hizban ve jî  care yekemin bi dengeki bilind, bi zimaneki vekirî li hember siyaset û erîşên dagirkeriya Tirk li ser Bakur-Rojhilatê Suriyê nerazîbûn hat nişandan. Ew jî redkirina desthilatdariya siyasi ya dagirkeriya Tirk bû. Gaveki destpek bû, lê giring bû. Ya giring gav avetine,le domandin girîngtir e. Tu sebebê ku ev gaw nayên domandin nine, lê gelek sebeb hene ku were domandin. Pewist dike ku êdi xetê gelê Kurd û siyasetmedarê Kurd hebin. Li hember dest direjiya yek deng bin. Dibe ku  têkîliyên curbe cur hebin, le pewîste ev tekiliyana li dijî beşekî din ê  Kurdistanê  neyên bikaranîn û kes mûsadeyê vê neke.

Ev helwestana gelek başin wek destpek girîngîn,lê têr nake.

Çima?

Dagirkeriya Tirk erişê Rojava kir,despêkê Efrin dagirkirin. Hinek helwest vekirî-veşartî hatin girtin,lê ter nekir. Ji ber ku  baragehên tirkan nehatin hedef girtin. Niha dagirkeriya Tirk dibêje “eze ji Efrin heya çemê Dicle dagirbikim. Di bin nave “herema evle”de.Em dizanin ku dagirkeriya irak’ê jî di dema yek ji dijminê gelê Kurd ê mezin Saddam Hûseyîn jî behsa herema evle dikir. Hemû dagirker bi zimanê cûda  diaxifin, lê yek tiştî dibêjin.

Ji salê 1990 şûnde dagirkeriya Tirk rojevekî xwe bi vi rengi hebû. Digotin ji bo em PKK tunebikin an ji bikin bin kontrolê pewiste em sinorê xweyî Bakure İrak’ê biguherin. Gelek hevildan çebûn,di encamde di axa Başûrê Kurdistanê de gelek barageh avakirin. Barageha dawiyê jî li Başîka hat avakirin. Dagirkeriya devleta Tirk di bin navê herêma evlede, taybet ji nakokiyên nav hêzên Kurdan jî istifade kir û xwe li gelek herêmên stratejik bi cih kir. Piştgiriya hinek Hizbên Başur, Avrupa-Emerîka ji girt. Ew dagirkerî ne dinav Kurden Başûr de ne beşên din, ne jî li  cihanê rastî nerazîbûnê hat. Dagirkeriya Tirk wê rewşê ji bo xwe baş bikaranî. Tenê li baregehan xwe bi cih nake taybet di milê istihbarat de xwe di gelek cihan de bi rexistin kiriye. Taybet ji hinek kesin zaif, ji welatparêziyê para xwe negirtine jî istifade dikin. Lê niha rewşekî cuda heye.

Pewîste hemû Kurd li hember dagirkirina Rojava bisekine.Lê nêzî 30 salîn ku dagirkeriya Tirk li Başur xwe bi cihkiriye. Tu niyeta xwe ku derbikeve jî nîne. Hesabê Musul-Kerkuk dike. Armanc jixwe ev e. Dibejin jixwe Kerkuk cih û varên Tirkan e. Musul di encamê kemasiyekê me vendakir. Niha hesabên zivirandina Musul û kerkuk ê dikin.

Di sala 2011’da Ciwanên Kurd ji bo baragehên dagirkeriya Tirkan rabin derdora 470 hezar vaju komkirin ji Başur’e Kurdistanê. Gel bi rastî jî baş tevlebû. Gelek rewşenbir, jin, xwendevan, siyasetmedar, hûnermend jî tevlî kampanya ya waju bûn. Ji hin kesê ku wê demê tevli kampanya ya vaju bûn evna bûn; Baxtiyar Eli, Salar mahmud, Mele Bextiyar, Rêbin Hardî, Faiq Gûlpî  hin ciwana jî tiliya xwe xûn dikirin û vaju didan.  Disa helbestvanê kurd yê nemir Şêrko Bêkes wê deme vaju dabû û gotibû ‘Bi yekîtî  yek rêziyê netewa Kurd dikare tevahî planên dagirkeriyê vala derxine’.

Gelek caran gerilla li ser baragehên dagirkeriya Tirk çalakî jî peşxistin le têr nekir. Niha ji gerilla li gelek baragehên dagirkeriya tirk  çalakî pêş dixe .Lê encax kanê sinordar bike.

Gelê Başûr cara yekê li hember tankên Tirkan wexta êrişê zap’ê kirin sekiniyan. Helwestekî baş pêşxistin. Cara duyemîn jî di sala 2019’da li hember baragehên Tirk yê li Şeladizê rabûnekî dirokî çebû. Ew rabûn dijmin bi rastî jî hejand.

Niha jî ciwan, gel,rewşenbîr nikaş dikin. Dibêjin, pewîste baragehên Tirkan bi temamî ji axa me derbikevin. Ew nikaş giringe, pewiste bibe biryar û têkeve meriyetê jî.

Disa her roj firokên Tirka li ser ezmanê Başûrê Kurdistanê difirin di bin navê em li PKKê dixin, nabêjin jin zarok insanê me yê medenî qetil dikin mal û erdê me hildiweşînîn. Ji bo ev firokan li ser ezmanê me nefirin, ev der ji bo firokê Tirkan qedexe be divê kampanyayekî vaju bê despêkirin. Tenê bi kampanyayê ve jî ev sinordar neminin bi çalekiyê cur be cur em helwesta xwe nişan bidin.

Gelê Rojava dema ku tangên dagirkeriya Tirk bi Rusan ve ketin axa rojava bi kevra û şekala va bersiv dan. Jin ciwan ,zarok hemû bi keviran, bi şekalan êriş kirin. Serxwebûn Eli li hember tang û dibabê dagirkeriya Tirkan û Rusan helwestekî dirokî danî û şehit bû. Lê çandek jî avakir. Mixabin li Kurdistanê her çand avakirin de, hetmen xun heye, şehadet heye. Pewist dike ku Başûr jî li hember baragehên Tirkan bi zanabûn, ceserat û fedekariya Serxwebûn Eli li hember baragehen Tirkan jî  rabin.

Yek caran kevir, ji gulleyan xurttir û  bi bandor tirin.

بابەتی پەیوەندیدار