Sibe Roj / Helbest

Sibe Roj / Helbest

Esrîn Rojhilat –

Bi baranê re ji dayik bû
Rêvîtiya wê bi bayê re dest pêkir
Di nava fêrmêskên zarokên kurdistanê de dilê wî lêdida
Belkî jî pêşeroj wê di nav destê cotkarekî de şitil bida
Her şev bi çirûskên agir re
Ronahî bi bîr danî
Hîna gelek tişt di nîvî de mabûn
ku
Çûyîn hilbijart

Her sibe li pişta pencereyek qeşa girtî
Awirek sar û westiyayî
Rêka gundê me dişopand
Zivistan jî bi hemû sarbûna xwe
Nedikarî wê bendewarî asteng bike
Bi hilatian tavê re
Sîtavkek qeşagirtî xwe diberda nava tarîtiya şeva me de
Kêliyê jiyanê ji hev dialiyan
Dengê zenga dibistana her sibe
Bêy ku ji dûbare bûnê bêzar bibe
Li guhê gund de qîr dikir
Zivistan û şevên tarî yê gund pir dirêj xwe ferz dikirin
Şev nediçûn
Da ku keça cîran xwe ji xewnên bêreng xilas bike
Çav ji xemgîniyê şil dibû
Dema ku jiyan di zivironekekî dûbare de li dora me digeriya
Dîsa tiştek ku qet ne li gor zarokên wî gundî bû
Dadigirt kêliyên sibe roja wan

Mezin bûn
Lê hîna xeyalê zarokatiyê di serê xwe de dihewandin
Xeyalê ku nîverojekî de hatibûn dizîn
Weke ku çûna bajar her tişt aloz dikir
Ne xeber ji te dima ne jî ji xeyalê zarokatiya me
Tenêtî wekî ku her kêliyê dagir bike
Xwe diberda nava jiyanê
Belkî jî ev tenêtî bû ku
Em def dan berbi lêgera xwebûyîn we
Û dawî wê lêgerîn nehat
Ji ber ku ti tişt mutleq nîne

Çê rast digot:
Mirov gerdûnê di xwe de dihevîne…

بابەتی پەیوەندیدار