Îran berbi kuderê diçe; Mudaxîle an diyalog

Îran berbi kuderê diçe; Mudaxîle an diyalog

Tehlîla siyasî ya Meclîsa PJAK’ê taybet bi pêvajoya piştî hibijartin a Îran

Pevçûn û nakokiya hêzan li herêmê ber bi awayeke nû ve diçe. Nakokiya şekilgirtî ya di têkîliyên dîplomatîk de herçend ji feraseta aborî çavkaniya xwe bigire jî û wer xuya bike ku beşeke mezin ya ji armancên hêzên cîhanê bigire nav xwe jî, nikare wiha were texmînkirin ku hêzên hegemon û hevkarên wan ên li hermê armancên xwe yên siyasî û îdeolojîk-stratejîk ku di çarçoveya guhertina nasnameya polîtîk ya netewî û siyasî ya Rojhilata Navîn de ye, dabin aliyekê. Bi berçavgirtina berdewamkirina şerê demdirêj ya ku li Iraq û Sûriyê kûr bûye, dikare were fêmkirin ku hêzên heyî ji bo bikarin astengiyên li pêşiya pratîkirina projeyên xwe ji holê rakin, vekirina eniyên şer ên nû wek rêyên nayên piştçavkirin dizanin. Bûyerên li Sûriyê, Okrayn, Iraq û Yemenê jî dikare wek mînaka vê were dîtin. Aliyên di nav van pevçûnan de xwedî karaktereke hegemonîk in, hewl didin beriya her tiştekê hêza hevdu ya xurt ji holê rakin, da ku ji vê rêyê kanûnê bingehîn nêzîk xwe bikin û bi tevahî li ser serwer bibin. Ev şer di berfirehiya Rojhilata Navîn domdar e û dewlet-netewên herêmê ferq nake ku di eniya Rojhilat an jî Rojava de bin, neçarin ku guhertin û werguhertinên bêtir li gor siyasetên ku hevpeymanên wan ên cîhanî pêşbînî dikin, pêkbînin. Hevpeymanên herêmî bi taybet Îran, Tirkiye û Erebîstan li gor berjewendiyên stratejîk ên van hêzên hegemonîk, çareyeke din ya ku dest ji xeyal û armancên xwe yên di qada siyaseta derve de berdin, nîne. Bi berçavgirtina karakterê tevlihev ya siyaseta hundir û derve ya dewletên herêmê û bêparbûna wan ji nêzîkatiyeke rastbîn di vê qadê de, guhertina zihhî û avaniya hundirîn ya van welatan mijareke teqez e. Stratejî û siyaseta DYE û Rojava ya gêzer-şelaq beşeke ji siyaseta teslîmwergirtina pêngav bi pêngav ya dijminên xwe ye û li ser welat û hevkarên xwe yên berê hevkarî û pêkanîna guhertinan dide pêş. Di vê navberê de Rûsya jî hevkarên xwe wek kartên zextê ji bo rantên dîplomatîk û xurtkirina pozîsyona xwe û dubare zindîkirina rewşa xwe ya berê, bikar tîne û ev jî rûyê din yê madalyona teslîmwergirtinê ye.

Di navbera Emerîka û rayedarên welatên Erebî-Îslamî yên li herêmê trafîkek berfireh ya dîplomatîk pêk hatiye, herwiha nîqaşa di asta bilind ya bi Rûsya re li ser bingeha pêwîstiya paşvekişîna Îranê ji cihên ku li herêmê girtiye, bi taybet jî derketin ji Sûriyê wek mifteya çareseriya pirsgirêkan ferzkirin, pasîfkirin û bêbandorkirina hebûna Îranê û herwiha helwesteke siyasî ya li gor berjewendiyên Emerîka-Rûsya, dê ji bo Îranê ferz bike. Nîqaşa mijara enerjiya Atom ber bi nîqaşa pirsgirêka fûze ve qulipiye û herwiha ferzkirina paşvekişandina ji Sûriyê, Iraq û Yemenê, dê bibe binesaziya duyemîn BERCAM’ê.

Pêvajoya hilbijartina dawî ya li Îranê û gotarên siyasî ku ji hêla du klîkên muhafezekar û berjewendîxwaz ve pêşketin, refleksa derveyî mentiq ya hakimiyeta dewleta Îranê îfade dike. Damezirînerên vê stratejiyê bi çêkirina rewşeke zihnî ji armanc û hedefan, herwiha pênaseyan, hewl dan ku hêzên civakî, gelan, jinan û ciwanan bixapînin, wek ku di pêvajoya beriya şoreşa 1979’an de ne. Kîlka muhafezekar bi şuxulandina dirûşme û sembolên popolîstî, hewl da ku hewayeke vegera “Şoreşa Pak” teşe bide. Di vir de jî armanca wan avakirina yekîtî û hevgirtina ku di navbera hêzên Şoreşê de ji holê rabibû û dubare xurtkirina gotarên muhfezekar bû ku di esas de jî hemû kiryarên 39 salan ya heyî piştçav bikin. Wer nîşan didan ku di van 40 salan de tu ezmûneke dîrokî ji bo Îraniyan, bi taybet jî gelan, beşên bawerî û mezhebî û jinan derneketiye û tu nîşane, pênase û rêyên Şoreşa Îslamî nehatiye ceribandin. Civak ji xêva dîrokî bêparkirin beşeke ji stratejiya van klîka muhafezekar ji bo rizgarkirina paşeroja xwe ye. Ji bo vê jî hazir bûn ku pêvajoya 4 salên pêşerojê bi awayeke demkî ji dest bidin. Klîka din jî hewl dida ku bi xapandina ku pêş dixîne Nûkirina Şoreşê bixe rojev. Bi vê re jî têdikoşe ku ji hemû hêzên muxalîf yên derve û hundir re vê nêrînê bide pejirandin ku tenê di sahe û gotara heyî de dikare reqabet were kirin û ciheke din ji bo têkoşîna ji bo pêkhatina mafan tune ye. Rejîma Komara Îslamî ji rojên destpêkê yên Şoreşê bi pêxistina Qanûna Bingehîn re, di asteke piçûk de hêzên dîtir yên Şoreşê, bi taybet jî zarokên xwe dagurtand, lê di asta berfireh de civak û netewên Îranî ber bi asîmîlekirin ve dehf da. Bi vê taybetmendiya xwe jî ji Şoreşên dên ên cîhanê cuda bû û dezgeha wê ya siyasî rengeke faşîzan wergirt. Ew beşên civakê ku bi tu awayî derfeta siyasetkirinê di nav vê rejîmê de nabînin, divê dest ji armancên xwe bernedin. Pêwîste ku ji bo dawîkirina van armancên rejîmê jî têkoşana xwe zêdetir û pir-alî bikin.

Beşeke din ya civakê bi awa û asta tevlîbûna xwe di van hilbijartinan de nêzîkatiyeke din ya bi feraset raber kirin. Civak di aliyê diyarkirina rêveberiyên herêmî de hesas tevgeriya û pêşketina nêzîkatiyeke mentiqî ya di hilbijartina Şorayan (meclîsan) de encama têgihiştina cuda ya grub, hêz û aliyên civakî û yek bi yekên hemwelatiyan  girîngiya vê mijarê dida diyarkirin. Civakê ji hilbijartina serok-komariyê bêtir elaqe û beşdarî di nav hilbijartina Şorayên gund û bajêran de kir û ev jî xwedî peyameke girîng e.

Civak û netewên Îranî di encama çendîn salan de polîtîk bûne, ew nêzîkatiya lîberalî ya ku hemwelatiyan tenê dike kesên ku dengê xwe bikar tînin û wan dike destansazên ku wan rewa dike, di nav nakokiyê de ne. Civak û netewên Îranî bi nêzîkatiya ku di hilbijartina rêveberiyên herêmî de raberkirin, nîşan dan ku eniyeke girîng ya gelan li beramberî eniya desthilatî û dewletê teşe girtiye. Ev tevlîbûn dikare bibe bingeha pevçûneke rewa di navbera civak, dewlet û hûkumetê de. Beşdariya gelan di hilbijartina Şorayên gund û bajaran de îradeya gelan ji bo diyarkirina rêveberî û biryargirtina derveyî destwerdena dewletê nîşan dide. Bi salan e ku desthilatdarî xwe wek saziya xwediyê gel pênase dike û ev nêrîna malikiyetê di qadên siyasî, ewlekarî-leşkerî de rê li ber hin aloziyan di qadên herêmî û mehelî de ji bo gelên wek Kurd, Belûç, Ereb, Azerî, Tirkmen, Gîlek û hwd. vekiriye. Ev jî yek ji kelema herî mezin li pêşberî siyasetkirina gelan e. Ji vir pê ve jî nabe ku desthilatdarî bikeve nav xewna dorpêçkirina civakê wek berê. Aliyên dewletê jî wek berê nikarin rola navbeynkarê siyasî bileyîzin. Rewşa pêşketî ji hêla civakê ve di hilbijartina dawî de mirov dikare wek destpêka pêvajoyeke nû ya şekilgirtina civakeke xurt ya medenî şîrove bike. Bêguman ev civaka medenî pêdiviya wê bi tu serwer û nesîhetên tu kesayetên dîtir nîne ku ji jor ve jê re pêşbixîne. Civak pêwîste bi sîstematîkirin xebatên xwe, ji rêyên rêxistinkirînê ya mezintir ji bo xurtkirina avaniya xwe bikar bîne û bi şixulandina hêza ku ji vê yekbûna komî derkeve holê, ji bo beşdariyeke berfirehtir di qada biryardarî, çavdêrî, kotrol û hesabxwestinê de bikar bîne û şopdarê mafên xwe be; wiha jî nêrîna çewt ya ku dibêje “kar ji karzan re bihêle” dawî bîne. Pêwîste bi pêxistina nêzîkatiyeke rastbîn li ser daxwazî û armancên xwe bêtir israr bike, pêş bixîne û kûrtir bike.

Meclîsa Partiya Jiyana Azada Kurdistan PJAK’ê

1 Hezîran 2017

بابەتی پەیوەندیدار